08 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2015
Ji bo Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya 1ê sermawezê li ber deriyên gumrikê dengdayînê dest pê kir.
Ji bo welatiyên li dereke li ber deriyên Kapikule, Hamzabeylî, Îpsala û Derekoyê sandoq hatin danîn.
Bi sedema ku zêde kes diçin û tên, li ber Deriyê Sînor ê Pazarkuleyê, sandoq nehat danîn.
Her çend dengdayînê dest pê kiribe jî hê kesî dengê xwe nedaye. Rayedar dibêjin ji ber ku sezona havînê kuta bû vegera mirovên li xerîbiyê kêm bûn, ew li bendê nînin ku zêde kes werin reya xwe biavêjin.
Welatiyên dereke wê heta 1ê sermawezê, roja yekşemê heta saet 17.00an bikaribin li ber deriyên gumrikê reya xwe bidin.