18 Tebax 2016•Rojanekirin: 19 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Nûnerên hin saziyên civakî yên sivîl bertek nîşanê êrîşên terorîstên PKKyî yên ku di van demên dawîn de zêde bûn, dan.
Li Diyarbekir, Mêrdîn, Batman û Sêrtê nûnerên hin saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanê PKKya rêxistina terorê ya ku bi êrîşên xwe di van demên dawîn de digel peywirdarên ewlehiyê bû sedema mirina gelek sivîlan jî da.
Serokê Giştî yê Cemiyeta Mafên Mirovan a Diyarbekirê Mehmet Karadag daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku êrîşên bibombe yên PKKya rêxistina terorê hovîtiyeke mezin e, PKKyê êrîşên bi vî awayî kiriye polîtîka.
Karadag destnîşan kir ku rêxistineke qaşo dibêje ku ji bo mafên kurdan têkoşînê de kurdan qetil dike û bal kişand ku PKKya rêxistina terorê bêperwa berpirsyariya van êrîşan digire ser xwe û ev nakokiyeke mezin e.
Karadag destnîşan kir ku divê civak bi tundî bertek nîşanê van êrîşan bide û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bombeyên ku tên teqandin dibin sedema mirina sivîlan. Ev rewşeke cînnetê ye, divê civak hember vê yekê bertekeke tund nîşan bide. Heke ne dê ev êrîş berdewam bikin. Ez wisa difikirim bertekên ku tên nîşandan têrî nakin. Heke bertek têrî nekin ev wehşet û êrîşên hov dê berdewam bikin. Dê gelek can bimirin û mal wêran bibin."
- "Gel divê hember terorê bibe mertalên zindî"
Nûnerê Wîlayeta Sêrtê yê Cîhannumayê Fatîh Sevgîlî jî da zanîn ku PKK û HDP mafên kurdan naparêzin.
Sevgîlî diyar kir ji bo ku ji drbeya FETO re bingehê amade bikin pêvajoya çareseriyê hat kirin û qal kir ku ew kesên ku Pêvajoya Çareseriyê xira kirin bi şerê çalan a salekî ji bo ku FETO derbeyê bike bingeh amade kirin.
Sevgîlî wiha axivî:
"Dema ku bi ser nekevin bi wê hêrsê van dikin. Destpêka vê jî diyar û zelal e. FETO di hevpeyvîna xwe ya dawîn de di fona li pişt de Minareya Çar Pê bi kar anî û ev herêm wekî hedef nîşan da. Her kesê fehm kir ku telîmatê dide hêzên li vê herêmê. Çavkaniya PKK û FETo yek e û ew bi wesayîtên bombebarkirî sûîqastan dibin ser gelê sivîl. Ji gelê kurd ê ku piştgirî neda şerê çalan, dijî derbeyê li ber xwe da hefyê distînin. Bi rijandina xwînê û zêdekirina şîdetê dawiya xwe amade dikin. FETO jî ev nêrîn û şîdet zêde kir. Bertekên ku dijî êrîşên PKKyê tên dayîn têrî nakin. Divê gel li ber qereqolan wekî mertalên zindî û bi girtina nobedê dijî êrîşên bibombe yên PKKyê bisekine."
- "Feyde nedaye û dê nede"
Serokê Şûbeya Qiziltepeyê yê Cemiyeta Mûstezafan Îbrahîm Bahadur jî destnîşan kir ku di van demên dawîn de bûyerên dilsoj diqewimin.
Bahadûr got ku "Paralel çi be ev jî rêxistinên wisa ne ku têkiliya wan bi hêzên derve re heye û taşeroniya hêzên derve dikin." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Van tu carî feyde nedane gelê me, bereksê wê çavkaniyên gelê me, hem maf û azadiyan binpê dike û ji hêzên derve re pêşkêş dike û xizmetê armancên wan dike. Ev qetlîamên ku dikin tu carî feyde neda gel, feyde nede wan jî û dê nede jî. Em qetlîamên ku ew dikin şermezar dikin û înşeallah ev qetlîam ên dawîn bin."
- "Em şermezar û lenet dikin"
Serokê Şûbeya Egîtîm Bîr-Senê ya Qiziltepeyê Tarik Yilmaz jî diyar kir ku bi êrîşên ku tên kirin dixwazin ku gelê herêmê dîsa mexdûr bikin û got xwestin beriya atmosfera yekîtî û bihevrebûnê ya ku piştî teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê li welêt derket û geşedanên ku bi vê atmosferê derket bigirin û wiha axivî:
"Di van bûyeran de sivîl, jin, zarok, kal û pîr, peywirdarên ewlehiyê tên mexdûrkirin û şehîdkirin. Em dixwazin ku demildest dawî li van çalakiyan bên. Em êrîşên bibombe yên ku tên kirin şermezar û lenet dikin û dixwazin ku ev bûyer car din neqewimin."
Serokê Yekîtiya Kargêrên Otêlan û Tûrîmê ya Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GATOB) Huseyîn Aslan bal kişandin ku tu hinceta kuştina mirovan tune û êrîş şermezar kir.
Aslan da zanîn ku di tu bawerî, çand û mirovan de rêyê kuştina mirovan tune û wiha axivî:
"Ev gelê ku şeva 15ê temûzê dijî tank û topan serî hilda û teşebûsa derbeyê ya FETO pijiqand bi îzna Xwedê dê van çeteyan jî di sergoya dîrokê de veşêre."