Fatih Çağlar Demirbaş
10 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2022
Li Avcilarê du karkerên ku di qada înşeatê da dixebitîn, di binê kavilan da man.
Li gor agahiya ku hat hildan, li taxa Merkezê, kuçeya Talîmhaneyê înşeat tep bû. Ji karkerên ku di înşeatê da dixebitîn du karker di binê kavilan da man.
Li ser cabdayînê polês, îtfaiye û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin. Ji karkeran yek ji binê kavilan hat derxistin, ji bo derxistina karkerê din xebat dewam dikin.