Tirkiye

"Em ê destûrê nedin di navbera zarokên me yên qîz û dibistanên wan da dîwar bên avakirin"

Aylin Dal  | 10.01.2022 - Rojanekırın : 11.01.2022
"Em ê destûrê nedin di navbera zarokên me yên qîz û dibistanên wan da dîwar bên avakirin"

Ankara

Serokomar Erdogan got: "Em ê destûrê nedin ku ji ber fikrên îdeolojîk an jî sedemên din di navbera zarokên me yên qîz û dibistanên wan da dîwar bên avakirin."

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Milet ya Beştepeyê beşdarî Bernameya Vekirina Navendên Perwerdeya Pîşeyê ya li Herêmên Pîşesaziya Organizeyê bû.

Erdogan li vir daxuyand ev proje ji bo aborî, pîşesazî û perwerdeya Tirkiyeyê xebateke gelek girîng e.

- "Em ê destûrê nedin di navbera qîzên me û dibistanên wan da dîwar bên avakirin"

Erdogan anî ziman hişmendiya 28ê Sibatê wek şûrekî di pergala perwerdeyê da biçikîne gelek tesîrên nebaş li ser perwerdeyê kiriye û wiha axivî: "Em ê destûrê nedin ku ji ber fikrên îdeolojîk an jî sedemên din di navbera zarokên me yên qîz û dibistanên wan da dîwar bên avakirin. Em ê destûrê nedin ku di kîjan temenê da dibe bila bibe rê li ber ewladên vî welatî bê girtin ku ew dîn, diyanet û çanda xwe hîn nebin."

- "Em ê milyonek ciwanên xwe daxilî navendênperwerdeyê bikin û wan îstihdam bikin"

Serokomar Erdogan got bi saya vê xebatê perwerde û îstihdam wê paşve here û wiha pê da çû: "Bi vekirina lîseyên teknîkê yên Anadoluyê û pîşeyê yên navneteweyî va em ê him perwerdeyê bidin ewladên xwe û him jî em ê bidin ciwanên ji erdnigariya me. Heta dawiya salê em ê milyonek ciwanên xwe daxilî navendên me yên perwerdeyê bikin û wan îstihdam bikin."

Erdogan got divê şirketên taybet jî piştgiriyê bidin dewletê û wiha dewam kir: "Di projeyên perwerdeyê yên ku dewleta me bi rê va dibe û ji hêla madî va wek bar hildide ser xwe da divê qada taybet jî destê xwe bike bin kevir û alîkariyê bike. Me par milyarek lire ji kapasîteya hedefkirî zêdetir hilberîn kir û ji aliyê lîseyên pîşeyî va rekoreke dîrokî şikand. Armanca me ew e, hemû xwendekarên me yên ku perwerdeya pîşeyî dibînin, wexta xwendinê herî kêm qasî berkeda kêmtirîn dahatê bi dest bixin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın