07 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2015
Li gorî daneyên Rêvebiriya Serokatiya Rewşa Afat û Acîl a Serokwezîriyê (AFAD), di saet 00.27an de li Demreya navçeya Antalyayê bi lerza 5,2an erdhej çêbû. Hat ragihandin ku erdhej 34,92 kîlometre di bin erdê de çêbû.
Di dema erdhejê de gelek welatî ji malên xwe derkertin. Her wiha erdhej li Mîlasa navçeya Muglayê û Şarkikaraagaça navçeya Ispartayê jî hat hîskirin.
Qaymeqamê Demreyê Mûrat Uz daxuyanî da û got ku piştî erdhejê wezîfedarên ewlehiyê û cendirmeyan li bejayê, ekîbên ewlehiya peravê jî li herêmên ku jî ser behrê ve diçin, lekolîn kirin.
Uz wiha dewam kir: "Li gorî agahiyên ku gihaştin ber destê me di erdhejê de tu kes nemir. Ji ber ku bi şev erdhej qewimî gelo di malan de xisar heye an tuneye em nizanin, lê bi ronkahiya serê sibehê dê dest bi xebatên tepîtkirina xisaran bê kirin. Di bin kordînatoriya Walîtiyê bi ekîbên AFADê dê lekolîn bên kirin."