Li Çaya navçeya Afyonkarahîsarê otobêseke rêwiyan welgeriya û di qezayê de 35 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan otobêsa ku şofêrê wê Mahmut Demir û plaqaya wê jî 06 AC 2248 bû, ji ber berfê û qeşayê ji rê derket û li ser rêbejeya Afyonkarahîsar û Konyayê, li navçeya Çayê welgeriya.
Di qezayê de 35 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên Afyonkarahîsar û Çayê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran ne giran e.