Önder Beyter
26 Gulan 2019•Rojanekirin: 27 Gulan 2019
Li Adiyemanê du otomobîl li hev ketin û di encamê da 11 kesên ku di navê da zarok jî hene birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, otomobîla ku plaqeya wê 16 UB 778 û ajokarê wê jî Suleyman Kaya ye û otomobîla ku plaqeya wê 02 AN 749 û ajokarê wê jî Abuzer Turan e li ser rêya Adiyeman-Kahtayê li tanga Beşpinarê li hev ketin.
Di qezayê da ligel ajokaran, yên di wesayîtan da Zeynal, Yeral Daşkiran, Asiye, Bunyamin Turan û Irmak Naz (10), Selma, Serhat (12) Kaya û Elif Ela (6) û herwiha Remziye Demirpolat birîndar bûn.
Hat ragihandin, rewşa birîndarên ku bi destê 112 ekîbên servîsa bilez bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Adiyemanê hatin veguhestin, baş e.