ADIYAMAN
Li navçeya Golbaşiya Adiyamanê makîneya kar û texsîyek lî hev qelibîn û di encamê de 5 kes birindar bûn.
Li gor agahiyan, texsîya bi plaqeya 58 TD 451 a Bayram Tufan diajot li kîlometira 14emîna rêbeja Golbaşî û Malatyayê li makîneya kar ya Cuma Ede bi plaqeya 02 EH 558 qelibî. Birindar Bayram Tufan, Cuma Ede, Halîl Îbrahîm Ûnlû, Îsmaîl Gûlîstan û Ersan Topaloglu revandin Nexwaşxaneya Dewletê ya Golbaşiyê.
Bayram Tufan û Ersan Topaloglu piştî mudaxeleya ewîl sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Adiyamanê kirin.