27 Mijdar 2016•Rojanekirin: 28 Mijdar 2016
ADIYAMAN
Li Besniya navçeya Adiyamanê wesayîtek tilorî şerampolê bû, di qezayê de ji heman malbatî 5 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan wesayîta ku şofêrê wê Nevzat Dundar (28) û plaqeya wê 63 DP 334 ji Gazîentabê ber bi Besniyê diçû . Wesayît li nêzîkî Sariyaprakê welgeriya şerampolê.
Şofêr Dundar jî di nav de ji heman malbatî Halîde (19), Ayşe (19), Oguz (1) û Îlknur Dundar (4) bi giştî 5 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Besniyê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran ne giran e.