27 Mijdar 2016•Rojanekirin: 28 Mijdar 2016
ANKARA
Heyeta bi serokatiya Welî Agbabayê Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê wê sibê serdana Diyarbekirê bike.
Buroya Çapemeniyê ya CHPê daxuyand ku Serokê Giştî yê CHPê Welî Agbaba, Parlamenterên Enqerê Necatî Yilmaz û Murat Emir, Parlamenterên Stenbolê Selîna Dogan, Oguz Kaan Salici, Parlamenterên Kocaeliyê Tahsîn tarhan û Seroka Şaxa Jinan a CHPê Fatma Kose wê di heyetê de cih bigrin.
Heyetê 2 rojan li Diyarbekirê bimîne.
Heyetê beşdarî komxebata partiyê bibe, bi saziyên civakî yên sivîl û bi malbatên ku mexdur bûne re hevdîtinan bike.
Parlementer wê beşdarî bibîranîna Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî yê ku di êrîşa terorê de hatibû kuştin bibe.