Önder Beyter ,Türkan Tosun
04 Adar 2019•Rojanekirin: 05 Adar 2019
Li hersê navçeyên Wanê Çaldiran, Muradiye û Başkaleyê ji ber barîna berfê îro li dibistanan perwerde-hîndekarî dan sekinandin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li navçeyên navborî barîna zêde ya berfê berdewam e û bager jî tesîra xwe nîşan dide.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin, ji bo ku mamoste û xwendekar rastî rewşeke nerênî û nexweş neyên, li navçeyên Çaldiran, Muradiye û Başkaleyê îro perwerde û hîndekarî hat sekinandin.
Hakkari
Li Hekariyê ji ber berfê dibistan hatin tetîlkirin
Li Hekariyê ji ber berfê li gundên girêdayî navendê dibistan hatin tetîlkirin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Bîlal Gur ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li bajêr berf zêde dibare.
Gur got ji ber berf û sermayê xwendekarên ku ji gundan tên navendê zehmetiyê dikşînin û ji ber berfê dibistan rojekê hatine tetîlkirin.
Bitlis
Li Bidlîsê li ber perwerdeyê astenga berfê
Li Bidlîsê ji ber şertên nerênî yên hewayê ku tesîra wê dewam dike, li navenda bajêr û gundên wê dibistan rojekî hatin tetîlkirin.
Li bajêr barîna berfê ku duh bi şev dest pê kir berdewam e.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku ji ber şertên nerênî yên hewayê û barîna berfê, li navenda parêzgehê û gundên wê, dibistan îro hatin tetîlkirin.