24 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2015
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan beşdarî weşana zindî ya 24 TVyê bû, mijarên di rojêvê de nirxand û pirsên ku jê hatin kirin jî bersivand.
Akdogan der heqê çalakiyên terorî yên ku demên dawîn diqewimin û zêde bûn de got ku tê xwestin ku siyaset ji rojevê dakeve û wiha pê de çû: "Teror ji bo endazyariya li ser siyasetê hergav wek navbeynkar tê bikaranîn. Di dema hilbijartinê de bûyerên wiha yên ku diqewimin ve tê xwestin ku li ser hilbijartinê tesîrê bikin."
Alîkarê Serokwezîr Akdogan êrîşa terorî ya ku li Enqereyê hat lidarxistin bi bîr xist û tevgera muxalefetê ya li hemberî wê êrîşê rexne kir.
Operasyonên ku li dijî rêxistina terorê tên birêvebirin jî di rojeva Akdogan de cih girtin û ji bo wan ragihand ku ji bo ewlehiyê û li ser daxwaza gel dest bi operasyonan kirin û wiha dewam kir: "Rêxistina terorê li van deran ket nav hin xewn û xeyalan. Piştî hilbijartinê jî ev operasyonên ku tên kirin bi heman biryardariyê wê dewam bikin."
Der heqê ewlehiya hilbijartina giştî ya ku wê di 1ê mijdarê bê kirin de jî Alîkarê Serokwezîr Akdogan got ku li seranserê welêt 385 hezar esker û polês wê wezifeyê bikin û wiha pê de çû: "Tewdîr bi tenê ji bo parastina sandoqan nehatin hildan. Tiştên ku di dema hilbijartinê de bên kirin hene û yên ku paşê bên kirin hene. Hin kesên ku li ser navê kesên din rayê didin hene. Cezayê vê yekê pir giran e. Hesab teqez wê bê pirsîn. Ez li vê derê wan jî hişyar dikim. Di vê hilbijartinê de yê ku bixwaze dest bide ser îradeya gel, zorê bike û li ser sandoqê gel tehdîd bike wê teqez hesab jê bê pirsîn."