Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got "Ez her cure terorê, aktor, armanc, teşwîqker û hincetên wan çi û kî dibin bila bibin, şermezar dikim."
Akdogan ji ser hesaba xwe ya Twitterê der barê bûyera rehîngirtinê ya li edliyeyê de ev daxuyanî dan:
"Ez her cure terorê, aktor, armanc, teşwîqker û hincetên wan çi û kî dibin bila bibin, şermezar dikim. Xwedê rehma xwe li Mehmet Selîm Kîrazê Dozgerê me yê ku cangorî bû, bike. Serê malbata wî û gelê me sax be."