21 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2016
ANKARA
Parlementerê Qersê yê HDPê û Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen got: "Di kongreyê da hê tam ne diyar e, lê em ê li ser du tiştan bisekinin, hem biryardariyê, tiştekî dide nîşan ku ji aliyê demokratîk va em peyê daxwazên xwe bernadin hem jî peyamên welat û nirxên hevpar ên ji bo jiyana bi hev ra, wê werin dayîn.
Bîlgen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ê roja înê Lijneya Rêvebirinê ya Navendî (MYK), paşînê jî Kongreya Gelên Demokratîk (HDK) bicivînin, piştî biryarên van civînan, ew ê yekşemê jî kongreya partiyê bikin.
Bîlgen daxuyand ku vê gavê ji bilî hevserokên niha, namzed tunene û wiha dewam kir: "Vê gavê rewş wiha, lê dibe ku di nav 3-4 rojan da geşedanên cuda çêbin."
Bîlgen qala organîzebûna HDPê kir û wiha got: "Li Tirkiyeyê di çarçoveya îdiaya Tirkiyebûnê da, ji bo ku tenê nekeve pozîsyona partiya herêmekê, sînorê xwe piçûk neke, divê li Behra Reş, Anadoluya Navîn, li Egeyê, Trakyayê rêxistiniya xwe xurtir bike. Divê di qada civatî da midaxilî pirsgirêkan bibe, dakeve asta gel, xwe li sikakê îfade bike, di têkoşîna kedê, têkoşîna jinê da cih bigre."
Bîlgen destnîşan kir ku ew ê di heyama nû da li ser xebatên organîzekirina partiyê bisekinin û wiha dewam kir: "Heta niha organîzebûna wan zeyîf bû, rastî êrîşan hat û hewl hat dayîn ku zeyîftir bikin."
Bîlgen wiha dewam kir: "Di kongreyê da hê tam ne diyar e, lê em ê li ser du tiştan bisekinin, hem biryardariyê, tiştekî dide nîşan ku ji aliyê demokratîk va em pey daxwazên xwe bernadin hem jî peyamên welat û nirxên hevpar ên ji bo jiyana bi hev ra, wê werin dayîn. HDP belkî li rojava, wê kêmasiyên xwe temam bike û fikra xwe ji civata Tirkiyeyê ra vebêje û peyamê bide. Ji bo ku şer bisekine em dixwazin biaxivin."