ANKARA
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu: "Her kes dizane ku hilbijartin di şert û mercên newekviyê de tê kirin. Lê her çend wiha be jî, ev hilbijartin di siyaseta Tirkiyeyê de bû sedema uslûb û celebekî nû. Ekmeleddîn Beg di vê mijarê de pêvajoyeke nû da destpêkirin. Em ji wî re sipasdar in."
Kiliçdaroglu bi xanima xwe Selvî Kiliçdaroglu re li Enqereyê taxa Çûkûramabarê di Xwendingeha Seretayî ya Arjantînê de ray avêt. Kiliçdaroglu piştî ku raya xwe avêt li vir daxuyanî da rojnamegeran û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê cara ewil e ku gel serokomar hildibêjêre.
Kiliçdaroglu ji kesên ku çûn li ser sandoqan û reya xwe avêtin re sipasiyên xwe pêşkêş kir û got ku ew ê rêzê nîşanî tercîhên gel bidin.
kiliçdaroglu rey