İbrahim Atmaca
12 Sibat 2020•Rojanekirin: 13 Sibat 2020
Walîtiya Wanê li ser êxbara ku li navçeya Çaldêranê "Koçberên bêdestûr qefilîne û mirine" û xebatên li herêmên şepeyê yên li navçeyên Bahçesaray û Çatakê daxuyanî da.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, di encama xebata ku ekîbên rêbejan kirin da şepeya ku hefteya çûyî li texma mezreya Yapiliyê ya li ser rêya Çatak-Bahçesarayê ket, hat paqijkirin û rêya taxa Nerlicaya Jor hat vekirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ekîb di sir, seqem û şertên dijwar da xebatan didomînin û hewl didin ku xwe bigihînin herêma şepeyê ya ku di 4-5ê sibatê da li ser rêya Wan-Bahçesarayê ket.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Cendirme, ekîbên AFADê yên Wan, Mûş, Erziromê, UMKE, meteorolojî û ji rêbejan ekîbên kewşa teknîkî û xelaskirinê bi rê ketin ku herin herêmê. Heke xwe bigihînin herêma şepeyê, wê li wê derê lêkolînan bikin û rewşê binirxînin û paşê dest bi xebatên lêgerîna wezîfedarê îtfaiyeyê yê ku di binê şepeyê da maye, bikin.
- Êxbara ku 13 koçberên bêdestûr qefilîne û mirine
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li gor êxbarekî li navçeya Çaldêranê 13 koçberên bêdestûr ên bi rêya dereqanûnî derbasî welêt bûne, qefilîne û mirine, heke hewa xweş bibe ekîbên cendirmeyan wê li herêmê lêgerîne bike, heke pêdivî çêbibe wek teqwiye ji Wanê ekîbên xelaskirinê wê sewqî herêmê bikin.