Ji Walîtiya Şirnexê hişyariya berf û barana gur
Şırnak
Walîtiya Şirnexê hişyariya berf û barana gur da.
Di parvekirina li ser hesabê Walîtiyê yê medyaya civakî da hat diyarkirin ku li gorî agahiya ji Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriyeta Herêma 15em a Meteorolojiyê hat wergirtin, îro ji nîvê şevê û pê va ji bo deverên bakurê bajêr taviya giran a baranê, cih cihan taviya bi birqetav û her wiha li cihên bilind jî şilope û berf tê payîn.
Di parvekirinê da hat balkişandin ku li cihên nizim li hemberî lehî, birûsk û hezazê û her wiha li cihên bilind jî li hemberî qerm, cemed û şepeyê welatî divê baldar û bi tedbîr bin.
