Orhan Pehlül
17 Adar 2023•Rojanekirin: 18 Adar 2023
Walîtiya Adiyemanê ji bo barana piştî nîvrojê dest pê bike hişyarî da welatiyan û ragihand ku dibe tesîra wê zêde bibe.
Ji welatiyan hat xwestin ku li hemberî barana gur bila baldar û bi tevdîr bin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat gotin li gor encama nirxandina daneyên dawîn ên meteorolojîk tê payîn ku li seranserê bajêr baraneke gur hebe û li deverên bilind jî him berf û him jî baran bibare.
Daxuyaniyê da hat gotin ku dibe di saetên pêş da baran tesîra xwe zêdetir bike û bibe sedema lehiyê.