Ji bo hin parêzgehên li Rojhilatê Anadoluyê û Behra Reş a Rojhilat hişyariya taviyê
Ankara
Tê texmînkirin, li hin parêzgehên li Rojhilatê Anadoluyê û Behra Reş a Rojhilat baraneke gumrah dê bibare.
Li gorî hişyariya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, îro ji danê nîvro pê va li rojhilatê bakurê welêt tavî û taviya bibirqetav dê were, her wiha li dewrûbera Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî, Îdir, Bayburt, Gumuşhane û Erzinganê baraneke gumrah dê bibare.
Hişyarî hat dayîn ku li hemberî rewşên neyînî yên wekî lehî, birûsk, teyrokê baldar û bi tedbîr bin.