Türkan Tosun
05 Gulan 2019•Rojanekirin: 06 Gulan 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got "Remezana pîroz a ku serê wê rehmet, navîna wê mexfîret û dawiya wê jî xilasbûna ji cehnemê ye ji bo gelê me, alema Îslamê û hemû mirovahiyê li ser xêrê be."
Erdogan ji ber meha remezanê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand.
Di peyama xwe da Erdogan wiha got: "Remezana pîroz a ku serê wê rehmet, navîna wê mexfîret û dawiya wê jî ji cehenemê xilasbûn e ji bo gelê me, alema Îslamê û hemû mirovahiyê li ser xêrê be. Xwedê îbadetên me qebûl bike, me di nav yekitî û hevrabûnê va bigîhîne Eyda Remezanê."