Önder Beyter
17 Hezîran 2020•Rojanekirin: 17 Hezîran 2020
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî yê Lîbyayê Mihemed el-Medaxî diyar kir ku li bajarê Terhûneyê ku ji milîsên Xelîfe Xefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt hat wergirtin, heta niha ji komgoran 48 cesed hatin derxistin.
Medaxî di civîna ku li paytext Trablusê li dar xist da wiha got, "Qetlîamê komî yên milîsên Hefterê derbekar meriv dikare bi tenê bi şerê etnîkî yê ku salên 1990î li Bosnayê qewimî, miqayese bike."
Medaxî ragihand ku ji komgorên li Terhûneyê heta niha 48 cesed hatin derxistin û herwiha got ku uzwên cesedan jî hatin dîtin ku hê nehatiye tesbîtkirin ka yê kê ne.
Artêşa Lîbyayê ku 5ê hezîranê Terhûne ji milîsên Xefter paqij kir, di nexweşxaneyeke li bajêr da 106 cesed dîtibûn, 12ê hezîranê jî li gundewarên bajêr 3 komgor hatibûn tesbîtkirin. Li gorî daneyên fermî ku ji hêla pewirdarên Lîbyayî hatin eşkerekirin, hejmara cesedên ku li Terhûneyê hatin dîtin derket 154an.