HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê gurên ku ji ber berf û sermayê nikarin xwarinê bibînin daketin gundê Bulgurluyê ji ber vê yekê gundî di fikaran da ne.
Ji ber berf û bagera li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewa zehf sar e û heywanên beyanî nikarin ji xwe ra xwarinê bibînin. Li Yuksekovayê (Gever) jî gurên ku nikarin ji xwe ra xwarinê bibînin daketin gundê Bulgurluya ku 20 kîlomêtreyî dûrî navçeyê ye. Gûrên birçî bûn kabosa gundiyan û gundî di fikaran da ne.
Gurê ku dadikevin nav gund dikevin nav pez û dewarên gundîyan û wan mirar dikin ji ber vê yekê gundî ditirsin û di fikaran da ne. Gundî bişev hetanî destê sibê bi tivingan nobedê digirin.
Gundiyan destnîşan kirin ku armanca wan ew e ku guran bitirsînin û nehêlin gur têkevin nav gund. Gundî dibê heke saziyên eleqedar ji bo van heywanan alif, goşt û xwarinê daynin çil û çiyan wê çaxê heywanên danekevin nav gund.
Ji gundiyan Mazlum Duzencî destnîşan kir ku gundî li gor dorê bişev hetanî destê sibê bi tivingan nobedê digrin ku gur nekevin nav gund û wiha got: "Gur her şev tên ku têkevin nav gund. Ji ber vê yekê jî em her êvarê nobedê digrin. Îşev dîsa gur hatin lê mer berî wan da. Mixabin me gur negirt."