DIHOK
Kampa ku Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) ji bo penaberan çêkir û meha borî teslimî Walîtiya Dihokê kir, li Iraqê wek "kampa mînak" tê nîşandan.
Li gor agahiyan ji bo penaberên ji Iraq û Sûriyeyê yên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê revîn, li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê 25 konbajar hatin avakirin. Lê kampên ku hatin çêkirin li gor şertên havînê hatin çêkirin, ji ber vê jî penaberên di kampan da ji ber baran û sermayê şîvar û şerpeze bûn.
Kampa ku AFADê li Dihokê çêkir, li Iraqê wek kampeke mînak tê nîşandan. Kampa Konbajaran a Şaryayê li gor standartên Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye çêkirin û bi binesaziya xwe ya zexim balê dikşîne. Di kampê da 4 hezar kon hene û 20 hezar penaber dimînin.
Penaber zivistanê xweş derbas dikin
Beriya ku kamp were avakirin xebatên binesaziyê baş hatin kirin, bi taybetî ji bo ku penaber di nav heriyê da nemînin kevir û çaqil li binê kampê hat belavkirin û kon di nav avê da namînin.
Di kampê da tiwaletên konteyner, serşok û ciyê beravê heye. Ji bo astengdaran jî tiwalet hatin çêkirin û penaber bi rihetî dikarin li ciyê beravê cilê xwe bişon, raxin û ziwa bikin. Di serşokên konteynerê da pergala vejena tavê heye û her kes dikare jê îstifade bike.
Sipasiya Tirkiyeyê dikin
Xelef Nasirê 65 salî yê ku tevî malbata xwe ji Şingala Mûsilê revîya, daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Nasir destnîşan kir ku beriya bên kampê di înşeatan da man û wiha got: "Lê niha em piçekî rehet in. Em spasiya Tirkiyeyê dikin ku kampeke wiha çêkirine. Em di nava herî û avê da namînin û di kampeke baş da dimînin."
Seydo Eliyê ku di kampê da dimîne diyar kir ku di navbera kampa AFADê û yên din da ferq heye û wiha got: "Di serê payîzê da em di wan kampan da, di yên Neteweyên Yekbûyî da man. Ew kamp wekî ya Tirkiyeyê nînin. Em li vê kampê rehet in û zarokên me serma nakin".
Xezal Yûsifê jî diyar kir ku di kampê da ciyê beravê heye û av heye û got ku îmkanên li kampê îş û karê me hêsan dike.
Li Dihokê kampa duyemîn a AFADê li Bersîwayê ye û tê da 15 hezar penaber dimînin.