HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê agir bi trafoyeke ceyranê ket.
Trafoya li ser kolana Cengîz Topelê ye, hê sedema wê nediyar e ku agir çima bi trafoyê ket.
Welatiyên der û dorê şewata trafoyê cab da Şaredariya Yuksekovayê (Gever). Tîmên Şaredariyê yên agirkujiyê midaxeleyî şewatê kir û agir reş kir.
Heta ku agir hat reşkirin, ceryana herêmê hat birîn.