Ji endamên damezrîner ên komeleyê Serhat Eren û Gulşen Ozbekê daxwaznameya serîlêdanê da. Ozbekê li ber walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo em karibin li dijî kesên di nav însanan de cudahiya netewe, ziman, ol û zayendê dikin li ber xwe bidin, me biryar da ku em "Komeleya Parêzerên Kurdistanê" ava bikin.
Ozbekê got ku 70 endamên damezrîner ên komeleyê hene û dê navenda giştî ya komeleyê jî li Diyarbekirê be. Ozbekê diyar kir ku dê piştî ku komele bê damezrandin, li gelek bajêran şaxên komeleyê vebikin.
Ozbekê bal kişand li ser pêvajoya çareseriyê û got ku ji bo peyva "Kurdistanê" dê pirsgirêk dernekevin.