TBMM
Di rapora Komîsyona Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê ya TBMMyê de hat gotin ku ji bo pêkhatina aştiyê demeke dirêj lazim e. Ji bo vê jî hin welat mînak hatin nîşandan û hat diyar kirin ku li Îrlandaya Bakûr pêvajoya lihevkirinê 21 salan, li Endonezyayê 4 salan û li Nepalê jî 5 salan dewam kiriye.
Rapora komîsyonê ji 450 rûpelan pêk tê û di raporê de qala "welatên ku heman pirsgirêk lê hebûn û rê û rêbazên wan ên çareseriyê" hat kirin û ew welêt wek mînak hatin nîşandan.
Ji serê sala 1990an pê ve hat dîtin ku gelek mijar bi guftûgoyan dikare bê çareserkirin. Hat diyarkirin ku welatên wek Îrlandaya Bakûr, Nepal, Gûatemala, Afrîkaya Başûr, El Salvador û Endonezyayê jî pirsgirekên di nav civaka xwe de li gor rêbazên aştiyê çareser kirine. Lewra divê mirov jî li şer, pevçûn û pêvajoya çareseriyê ya ku li wan welatan pêk hatine binêre û jê, tiştan hîn bibe.
Di raporê de wiha hat gotin: "Der barê hewldanên bidawîkirina pevçûnên biçek de divê mirov ewil vê pirsê bipirse; çima bi guftûgoyê çareserî? Çima her du aliyên ku dijminê hev bûn niha dest bi guftûgoyan kirin? Hevpariya hemû pêvajoyên çareseriyê yek e û ew jî ew e ku êdî gel ji şer û pevçûnan aciz dibe û aştî û aramiyê dixwaze. Ji sedemên destpêkirina guftûgoyan yek jî ew e ku ji her du aliyan tu kes nagihîje armanca xwe. Yanî di lîteratura pevçûnê ya navneteweyî de ji vê yekê re dibêjin "xala kemalbûnê".
Li gor teoriya kemalbûnê heke her du alî jî bibînin ku şerê di navbera wan de ji aştiyê zêdetir zirarê dide wan, wê demê her dû alî jî nizanin çi bikin. Ev rewş ji bo her du aliyan deriyekî nû vedike û bi saya vê, dikarin dest bi guftûgoyên pêvajoya çareseriyê bikin. Mînak ÎRA û Îngîlîstan bi slan şer kirin, her du aliyan jî fehm kir ku bi vî awayî nagihîjin armanca xwe û her du alî jî li rêyeke ku dê dilê wan xweş bike geriyan."
Di raporê de xetereyên li ber pêvajoyê jî wiha hatin rêzkirin:
- "Yekîtiya di navbera mirovên xwedî çand û fikr û ramanên cuda de hêsan nîne. Lewra hemû çand jîndar in û her tim diguherin."
- "Divê mirov hay ji çand û zanabûna gelên herêmê jî hebe. Lewra ferq û cudahiya rê û rêbazên çareseriyê yên kevneşopî di vê noqteyê de derdikevin."
- "Dîyalogên rasteqîn girîng in û di navbera projeyan de pireyan ava dike."
- "Ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên etnîkî û civakî, aştiya li ser dîn hatiye avakirin pir girîng e."
- "Xweşbînî, efûkirin, merhemet, qencî û helwesteke nerm jî ji bo pêvajoyê gelek muhum in."