26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2016
ANKARA
Berat Albayrakê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî: "Sektora belavkirina ceyranê di heyama 2016-2020an da wê 18 milyar lireyî xerc bike. Em jî wek Belavkirina Ceyranê ya Tirkiyeyê (TEÎAŞ) ji bo vê pergalê 12 milyar lireyî xerc bikin. Wê çaxê rêjeya vê bigihije 30 milyar lireyî."
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) ye.
Albayrak di civîna Maseya Edîtoran a AAyê ya ku saet 11.00an dest pê kir de bersiva pirsên edîtor û nûçegihanan ên der heqê rojevê de dibersivîne, geşedanên dawîn ên di bazara vejenê de dinirxîne.
Daxuyaniyên Wezîr Albayrak ji ser malpera AAyê (www.aa.com.tr), Termînala Vejenê ya AAyê (http://aaenergyterminal.com/) û Termînala Nûçeyên Fînansê (www.aafinans.com) tê weşandin û ji ser hesaba Twîtterê ya AAyê (@anadoluajansi) demkî tê weşandin.
Berat Albayrakê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî: "Di Rêbendana 2017an da em ê li tesîsên komkirinê ya Gola Xoy bi dorê xazê pompe bikin cavernan."
Berat Albayrakê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî: "Xeta duyemîn a tirkan bi pêşeroja piyaseya Ewropayê ra têkildar e. Xeta tirkan projeyeke girîng e ku bi taybetî heger di xeta Rojavayê da qeyran derkeve wê ji holê rake. Tê plankirin ku di 2017an da înşaet dest pê bike. Li gor texmînan wê beşa ewil a projeyê bigihêje 2019an û bi derengî nekeve."
Berat Albayrakê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî: "Dewirkirina hin hîse û parên di Akkuyuyê da heqek e ku di peymanê da heye. Agahî li ber destê me heye ku bi komên sêyemîn ra hevdîtin tên kirin. Ji bo ku vejena nukleer zû çêbe hewldan dewam dikin."