VAN
Welatî, li navçeya Çaldirana Wanê ya ku germahiya hewayê dikeve heta di bin sifirê de 35 pîleyan, ji binê gola cemedgirtî giya derdixînin û bi vî giyayî ajalên xwe xwedî dikin.
Welatiyên ku ji binê Gola Qazan ya ku zivistanê cemedê digire, gihayên şîn derdixînîn û ajalên xwe xwedî dikin. Li navçeya ku germahî heta di bin sifirê de 35 pîleyan dikeve, wekî her sal îsal jî serî li heman rê û rêbazê dan.
Welatiyên ku li gundên Kalkandelen, Yassitepe, Yagbasan, Hankoy û Kuyucaka navçeyê dijîn û ajalan xwedî dikin, piştî meşeke ku bi qasî 3 saetan berdewam dike, gamêşên xwe tînin ber Gola Qazanê. Welatî bi biviran cemedê dişkînin û ji binê golê giyayê şîn derdixînin û ajalên xwe xwedî dikin.
Gundiyan diyar kir ku bi saya nebatên kevzî her çar demsalan jî dikarin giyayê şîn bidin ajalên xwe û gotin ku bi vî awayî zêde heqê êm jî nadin.
Welatiyan destnîşan kirin ku ajal dema hemû demsalên salê giyayê şîn bixwin şîrê wan jî zêde dibe û gotin ku "Kalikên me jî wekî me dikirin. Em bi vî awayî ji pereyê êm jî xilas dibin. "