DIYARBAKIR
Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceyrenê ya Dîcleyê (DEDAŞ) dest bi birîna ceyrana aboneyên ku deynê wan ê ceyranê heye kir. Ji DEDAŞê daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin û hat diyarkirin ku DEDAŞ piştî ku hat firotin û bû saziyeke taybet û ji bo aboneyan gelek caran efûya deyn derxist. Dema efûya dawîn jî hetanî 31ê çilaya pêşîn a 2013an hat dirêjkirin lê hin aboneyan dîsa jî deynê xwe nedan.
Li ser vê hatibû destnîşankirin aboneyên ku deynê wan ê ceyranê heye dê elektrîka wan bê birîn û wiha hat dewam kirin:
"Piştî daxuyaniyê gelek aboneyan deynê xwe dan û hejmara kesên ku deynê xwe nedane ji 217 hezaran daket 190 hezarî lê hin aboneyên ku hê jî deynê xwe nedane hene. Heta niha me ceyrana wan kesan nedibirî, lê hiqûq vî heqî dide me û em ê jî vî heqê xwe bi cih bînin û ceyrana deyndaran bibirin. Li Diyarbekir, Şanliûrfa, Mêrdîn, Batman, Sêrt û Şirnaxê dest bi birîna ceyranê kirin."