Sidar Can Eren,Koray Kola
15 Adar 2023•Rojanekirin: 16 Adar 2023
Li Tunceliyê ji ber barana gur ava Çemê Munzurê rabû û hin zevî û baxçeyên saziyên turîzmê di bin avê da man.
Ji ber barana ev demeke li bajêr bi tesîr e di çûn û hatin û jiyana rojane da zehmetî çêbû.
Li bajarê ku baran barî û bi tesîra helîna berfê va ava Çemê Munzurê rabû û di ser ra avêt.

Hin zevî û baxçeyên li navenda bajêr ên der û dora çem bûn di bin avê da man û av li zeviyên Ovacixê jî qelibî.
Ji ber baranê li ser rêya Tuncelî-Ovacixê jî lîçik çêbûn û şofêran di rêçûnê da zehmetî kişandin.
Ava Çemê Taxarê û Sûlava Kişnikarê yên li Çemîşgezekê jî bi tesîra baranê zêde bû.