Ahmet Esad Şani
21 Gulan 2023•Rojanekirin: 22 Gulan 2023
Cinazeyê hunermend Nurî Sesîguzel li Stenbolê hat definkirin.
Nimêja Nurî Sesîguzelê ku 86 salî ji ber kêmasiya dil di nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin da wefat kir li Mizgefta Teşvîkiyeyê hat kirin.
Mehmet Sesîguzelê kurê wî daxuyanî da çapemeniyê û got wan îro qîmeta bavê xwe bêtir fêm kiriye.
Sesîguzel got ji nav welêt û dervayî welêt gelek kesan peyamên sersaxiyê daye malbatê û wiha axivî: "Me bi malbatî fêm kir ku ew hunermendekî gelekî tê hêzkirin, me jixwe dizanibû. Ji ber ku em ewladê bavekî wiha ne, em gelek serfiraz in. Cihê wî cinet be"
Hunermend Selahattîn Alpay jî got Sesîguzel hunermendekî mezin bû, gelek keda wî ji bo muzîka gel çêbûye û got Xwedê rehma xwe li wî bike.
Şaredarê Bajarê Mezin Ekrem Îmamoglu, Şaredarê Şîşliyê Muammer Keskîn, Şaredarê Buyukçekmeceyê Hasan Akgun, hunermend Mahmut Tuncer, Yunus Bulbul, malbat û hezkiriyên Sesîguzel beşdarî mrasima definkirinê bûn.
Hunermendê ku di 1ê Tîrmeha sala 1937an da li Bîrecîka Şanliurfayê hatibû dinyayê dibistana xwe ya seretayî nêvî hiştibû û bi muzîkê ra eleqedar bûbû. Hunermend Sesîguzel di pêşbaziya ku Radyoya Stenbolê da ku sala 1961ê organîze kiribû bi ser ketibû û dest bi hunerê kiribû. Ji bilî starnbêjiyê Sesîguzel di fîlmên sînemayê da jî cî girtibû.