17 Gulan 2016•Rojanekirin: 18 Gulan 2016
ANKARA
Heyeta ku ji nûnerên saziyên medyayê yên Ûgandayê pêk tê, Ajansa Anadoluyê (AA) ziyaret kir.
Mensûbên çapemeniya Ûgandayê di çarçoveya bernameya ku Serokatiya Karên Diyanetê li dar xist da hat Tirkiyê û AA jî ziyaret kir. Heyetê der heqê fealiyet, zimanên weşanê û hedefên wan da agahî hilda.
Mazûvaniya heyetê Dîrektora Ragihandina Sazûmaniyê ya AAyê Esra Kîreçcî û Rêvebirê Weşana Nûçeyên Navneteweyî Faruk Tokat kir.
Kîreçciyê di civînê da der heqê fealiyetên AAyê da pêşkêşî da mensûbên çapemeniya ûgandayî.
Heyetê der heqê dîrok û zimanên weşanê yên AAyê da ji Kîreçciyê agahî hildan.
Kîreçciyê destnîşan kir ku hema hema dîroka avabûna AAyê û ya Komara Tirkiyê wek hev e û sazî bi 11 zimanan weşanê dike û ji 10 ajansên herî mezin ên dinyayê ye.
Kîreçciyê got ku li 34 welatan ofîsên AAyê hene û li 86 welatan jî nûner hene, ji 87 milletan xebatkarên saziyê hene.
Tokat jî diyar kir ku AA girîngiyeke taybet dide Efrîkayê û der heqê hedefên AAyê yên li parzemîna Efrîkayê da agahî da heyetê.