İbrahim Atmaca
16 Îlon 2019•Rojanekirin: 16 Îlon 2019
Beriya Zîrweya Sê Alî ya Tirkiye-Îran-Rûsyayê hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bi dawî bû.
Erdogan Ruhanî li ber deriyê Koşka Çankayayê pêşwazî kir.
Piştî pêşwazîkirinê hevdîtina dualî dest pê kir.
-Wezîr Akar û Wezîrê Parastina Îranê hatin bal hevdu
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Wezîrê Parastina Îranê Tuggeneral Emir Xatemî ra hevdîtin kir.
Akar bi merasimeke eskerî va li Wezareta Parastina Neteweyî Xatemî pêşwazî kir.
Di merasimê da sirûdên neteweyî yên herdu welatan hatin gotin, Xatemî ji eskerên merasimê ra got "Merheba Esker" û silav da wan.
Piştî merasimê Akar û Xatemî civiyan û li ser mijarên parastin û ewlehiyê axivîn.