29 Mijdar 2015•Rojanekirin: 29 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Ji bo Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçiyê ku duh di êrîşa terorê ya li Surê de hat kuştin merasimek hat kirin.
Malbata Elçî, Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu, Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak, parlementerên HDPyê, parêzer û gelek welatî ji bo ku cinazê Elçî hildin hatin ber deriyê morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî.
Dema cinaze teslîm hat hildan û li ser milan ji morgê hat derxistin malbata Elçî, eqreba û welatî giriyan û xemgîn bûn.
Li ser tabuta Elçî pankarteke reş ya ku li ser bi tirkî û kurdî "Em ê te jibîr nekin" nivîsandî, hat daliqandin. Qerebalixê cinaze li ser milan heta Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Baglarê bir û li ber Pêykerê Mafên Mirovan merasimek hat lidarxistin.
- "Ji devê wî aştî kêm nebû, eva mîrata wî ye"
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş di merasimê de axaftinek kir û sersaxî da malbata Elçî û hezkiriyên wî.
Demirtaş got ku Xwedê careke din nîşan nede ku ew li ber tabuta hevalên xwe axaftinan bikin û wiha axivî: "Tahir Elçî emanetê Xwedê, gelê me û dilê gelê me be. Emrê xwe ji bo aştî, azadî, demokrasî û biratiyê xerc kir. Ji ber wê di heyameke wiha de helbet ew ê di nav nivînê xwe yê nerm û li ser balifê xwe nemiriya. Ji bo hemû hezkiriyên azadiyê rê ev e. Xwedê jiyaneke wiha û mirineke wiha birûmet nesîbê me bike. Ya girîng em çawa tên kuştin nîne, em çawa dijîn e. Elçî gotibû ku 'Em ê her keliya xwe ji bo nirxên gelê xwe, ji bo pîroziyên xwe derbas bikin'. Heta keliya dawîn jî ji devê wî peyva aştiyê kêm nebû, eva mîrata wî ya ewil e. Me li ser axa xwe gelek êş û xwîn dît. Me şerên ku ji temenê me zêdetir dîtin û me her roj cinaze rakirin."
- "Helbet aştiyê were ser axa me, em vê dizanin"
Demirtaş got ku li vî welatî kî rastiyê bibêje tê kuştin û wiha dewam kir: "Helbet aştiyê were ser axa me, em vê dizanin û em ê ji bo vê jî israr bikin. Gotinên Elçî yên dawîn alaya aştiyê ye û em ê lê xwedî derkevin. Me şer, xwîn û mirin nexwest. Me xwest ku em li ser axa xwe azad bijîn. Rastî tehl e, lê divê bê gotin. Wî dizanibû ku bi veşartina rastiyê mirov nikare bigihêje tu cihî."
- "Mîrata serok Tahir, emanetê wî giran e"
Demirtaş got ku ew ne bawer in ku ev kuştinê bê eşkerekirin û wiha axivî: "Berê jî êşên wiha hatin kişandin li ser axa me. Me tu yek jî bi dilrehetiya 'fail wê bên girtin û teslîmê edaletê bên kirin' bi rê nekir. Lewra tu carî dewlet nebû dewleta me hemûyan. Her kesê ku dewlet bi dest xist, dewlet wek mal û milkê xwe bi kar anî. Em pir xebitîn ku bila dewlet bibe dewleta me hemûyan. Me pir hewl da ku bila birêvebirineke adil ji bo me hemûyan hebe, em hewl jî didin. Lê gelê kurd baş dizane û di dilê xwe de hîs dike ku ya ku Tahir kuşt ne dewlet e, bêdewletbûn e. Em dizanin ku îro li dû qasidê me yê aştiyê bi deh milyonên ku dibêjin "ox bûye" hene. Li Enqereyê rêvebiriyek, nêrîneke ku vê êşê di dilê xwe de hîs nake heye. Em ê çawa bibêjin dewleta me û rêvebiriya me? Em ê çawa vê civaka ku di êşê de jî nayên li cem hev, bînin li ba hev?"
Demirtaş got ku mîrata serok Tahir, emanetê wî giran e û axaftina xwe wiha qedand: "Gelê me dema vî barî hildide wê berpirsyariya dîrokî jibîr neke. Heta ku ev karwana azadiyê bigihêje cihê xwe, em ê bi hev re, bi wan kesên ku bi aştiyê û azadiyê bawer dikin re, bi wan kesên ku rêzê nîşanî nirxên gel didin re vê tekoşînê mezin bikin û bimeşin. Bila çavê te li dinê nemîne hêja Tahir Elçî. Me nedixwest ku wiha bibe. Xwezî nesîbê me nebûya ku em li ber tabuta te biaxivin. Hêsan nîne, lê ev rojên jî derbas bibin. Hemû êş wê li ser vê axê bi rihê newrozê kulîlk vekin û wê demê hemû xweza wê li ber şehîdên me silavê bide. Ez sond dixwim bila çavên te li dinê nemîne. Xwedê rehma xwe li te bike."
- Axaftina Turkan Elçî
Jina Elçî Turkan Elçî jî got ku dema ew çû qurbanên cinayetên kiryarnediyar wê Elçî pêşwazî bikin û wiha axivî: "Dema ku tu hewl bidî xwe bi kibarî bidî naskirin, ew ê bi hev re bibêjin ku 'Çi hewceye ku tu xwe didî nasîn, te emrê xwe ji bo me xerc kir. Ji bo me kiryarên nediyar te emrê xwe da'. Ew ê ji wî bipirsin 'Tahir Elçî tu hatî, kevokên bihenne yên wek te gelo man?' Ew ê bi rûkenî bibêje 'Welleh çi bibêjim. Ji cihê ku ez hatim hema hema çend kevok man. Qertel, baz, qijîkên beretexur digeriyan."
Elçî axaftina xwe wiha domand: "Wê ji wî bipirsin 'Te em parastin, lê kî te biparêze?' Ew ê bibêje 'Li dû min jina min, hevalên min ên wek min difikirin hene.' Wê bibêje 'Îro qedexeya min a derketina derve hat betalkirin, ez êdî azad im. Ez dikarim parzemînan, behran fersah fersah bigerim. Her çiqas doza der barê min de hatibû vekirin paş ve avêtin bin jî, miheqeq ji bo ku mafê xwe biparêzim ez ê li wir amade bim'. Hemû kiryarnediyar wê wî hembêz bikin û wê bi kêfxweşî wî bikin mêvan."
Elçî wiha dewam kir: "Ez ê bi awayekî ku ji paşstûyê ve hatiye kuştin û şaxê zeytunê ji devê wî ketî li ser Mineraye Çarling daynim. Dîrokê min fêm bike. Medyaya qirêj, medyaya ku gefxwarin lê heye, medyaya civakî, televîzyon û rojnameyên ku ez wek hedef dam nîşandan xatirê we. Yên ku min fêm nekirin, yên ku nexwestin ku min fêm bikin xatirê we. Dezgehên êşkenceyan ên ku ez jê derbas bûm xatirê we. Zarokên ku bedena wan avêtiye qeraxê, êtîmên kesên kiryarnediyar xatirê we. Yên ku min hez dikin, piştgiriyê didin min, zarokên min, jina min wê bibêjin xatirê we."
Birayê Tahir Elçî Ehmed Elçî jî bi kurdî axivî.