Haydar Şahin
22 Gulan 2020•Rojanekirin: 26 Gulan 2020
Li Sûra navçeya dîrokî ya Diyarbekirê xebatên rakirina hefriyata li Baxçeyên Hewselê yê di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da ye hat temamkirin.
Ligel hişyariyan hefriyat royê Baxçeyên Hewselê yê di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê da cî digre û ji gelek cure cûcikan ra malxweyîtiyê dike kirin. Ekîbên Şaredariya Sûrê piştî xebata ku 3 rojan li ber xwe da hefriyat ji herêmê rakirin.
Ekîbên şaredariyê li herêma hefriyat ro kiribûnê der û dor serast kirin.
Abdullah Çîftçiyê Wekîlê Şaredar û Qaymeqamê Sûrê gotibû ku ew ê destûrê nedin ku tu kes hefriyatê royê Baxçeyên Hevselê bike, li kesên hefriyatê ro bikin jî ceza bibirin.