ANKARA
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş got: "Heke hilbijartin bibe em partiyeke ku ji hilbijartinê bitirsin û birevin nînin. Dixwazî vê mehê dixwazî meha pêş me û dixwazî jî di Sermawezê de be HDP ji hilbijartina pêşwext re amade ye."
Demirtaş di destpêka Civîna Meclisa Partiya (MP) HDPê de axivî û diyar kir ku piştî hilbijartinê ji ber HDPê ji sedî 13 ray hilda li Tirkiyeyê der heqê pêşerojê de hêvî zêde bûn û wiha pê de çû: "Bi serfiraziya HDPê ji desthilatdariyê ketin û mixabin di demên dawîn de bi wan kirin û tevgerên xwe ve hêviyên Tirkiyeyê reş dikin. HDP ji ber ku ji bendê derbas bû dixwazin kaosê derxin. Rewş evqas zelal e û bila tu kes li dereke din li sedeman negera."
Hevserokê Giştî yê HDPê Demirtaş destnîşan kir ku ji bo parastina welêt tirk û kurd her tim bi hevdu re tevgeriyan û serpêhatiya di salên 1071 û 1920î de qewimîbûn bi bîr xist û got ku heke tiştek wisa hewce bike ew dîsa amade ne lê dem êdî ne ew deme û parastina niha di rojevê de ye parastina qesrê ye.
Demirtaş xwest ku bila tu kes nequrife û ji AK Partiyê netirse lewra wan wek HDPê di hilbijartina 7ê hezîranê de rê li ber sûtariyê girt û ji bo li Tirkiyeyê aştî jî bi cih bibe wê derî bi derî bigerin û ji bo aştiyê hewl bidin.
Demirtaş got ku her ku biçe wê HDP mezin bibe û ji bo vê yekê jî bi planeke rast qedr û qiymeta aştiyê divê ji gel re bê qal kirin û ji bo vê jî xwest ku bila xebat baş bên kirin
Bûyerên ku di salên 1990î de qewimîn jî Demirtaş wek "şerê qirêj" bi nav kir û ragihand ku herkes bi kirinên di wê demê de hatine kirin dizanin lê hê jî hemû rastiyên wê nehatine zelalkirin.
Demirtaş got: "Ew dixwazin partiya me bigirin û nehêlin ji alîkariya ku xezîne dide îstifade bike. Gelo ji 7ê hezîranê heta niha di nav hewl û xebatên çawa de ye ku qala partîgirtin û rakirina destnedayînê tê kirin?"
Operasyonên ku dibin ser Qendîlê hatin bibîrxistin û ji Demirtaş îdiaya ku birê wî jî li wê derê birîndar bûye hat pirsîn û wî jî wiha bersiv da: "Heta niha agahiyeke wisa ji me re nehat û tiştekî wisa jî ne rast e. Lewra kekê min li Qendîlê nîne. Belê di artêşa berxwedanê ya ku li dijî IŞÎDê têdikoşin de cih digire lê tu xebera min ji rewşa wî tuneye. Ew li wê derê li dijî IŞÎDê eskeriya biberdêl nake û ji bo xîreta xelqê xwe li ber xwe dide. Dibe ku bimire û dibe ku birîndar jî bibe. Li hemberî artêşeke wiha hov ev tişt normal e."