ANKARA
PKK/KCKya rêxistina terorê di dewsa çekdanîn û ji welêt vekişînê da "Pêvajoya Çareseriyê" sabote dike, di meha borî da daxuyanî dabû ku "ewê êrîşî wesayîtên ku di înşaeta bendavan da dixebitin bike" paşê jî êrîşên xwe zêde kir.
Başûr û Başûrê Rojhilatê Anadolu ji ber bûyerên bi salan paşda man û pêş neketin. Reform, veberhênan û teşwîqên ku dewletê di çarçoveya Pêvajoya Çareseriyê da kir va perwerde, aborî, tenduristî, tûrîzm, çandinî û heywandarî pêş ket.
Ligel gavên erênî PKKya cihêxwaz pêvajo wek avabûneke teze û bidestxistina endaman dît, di dewsa çekdanîn û ji welêt vekişînê da "Pêvajoya Çareseriyê" sabote kir û bi çalakiyan hizûra gel revand.
Rêxistina cihêxwaz di meha borî da daxuyanî dabû ku "ewê êrîşî wesayîtên ku di înşaeta bendavan da dixebitin bike" paşê jî êrîşên xwe zêde kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir di van 25 rojên dawiyê da (7-31ê tîrmehê) di êrîşên terorê da 16 hêzên ewlekariyê yên ku di nav wan da Fermandarê Cendirmeyên Milazgirê Bînbaşî Arslan Kulaksiz jî heye cangorî bûn, 4 welatî mirin û 43 kes birîndar ketin.
Di vê demê da terorîstan ji 100î zêdetir wesayît şewitandin, di pevçûnan da 10 terorîst hatin kuştin, 2 endam jî birîndar ketin.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li derva û nav welêt da ji hewayê operasyon birin ser rêxistina PKKyê. Ji destpêka operasyonan vir da ji 260î zêdetir endamên rêxistinê hatin kuştin, 380-400 heb jî hatin birîndarkirin.