KARS
Li Qaqizmana navçeya Qersê di encama teqandina mayîna veşartî da çawîşekî pispor cangorî bû.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, do êvarê endamên rêxistina terorê li tanga Qerequrt-Denizgoluyê ya ku li ser rêya Erzirom-Îdir-Qaqizmanê ye xendeq vedabûn, rê birîbûn û agir berî wesayîtan dabûn, li ser vê hêzên ewlekariyê çûbûn herêmê.
Ekîban îro lê herêma bûyerê lêkolîn dikir û di vê demê da mayîna ku berê hatibû bicîkirin teqiya. Di teqînê da çawîşekî pispor ê ku hê navê wî nayê zanîn cangorî bû.