Haydar Şahin
25 Tebax 2019•Rojanekirin: 28 Tebax 2019
Têkoşîna jiyanê ya çêjikên gumgumokên li quntara Çiyayê Agiriyê dijîn û koka wan li ber qelandinê ne dest pê kir. Gumgumok li kêm ciyan tên dîtin.
Herêma li quntara Çiyayê Agiriyê ya digihêje sînorên Îran, Nehçiwan û Êrmenistanê ji gelek heywanên kovî ra malxwedîtiyê dike.
Li herêmê hişkayî heye, çêre zêde nayê dîtin û carinan bayê qûmê radibe. Gumgumokên koka wan li ber qelandinê ye û li avûhewaya çolê dijîn li vê derê jiyana xwe didomînin.
Têkoşîna jiyanê ya çêjikên gumgumokên li quntara Çiyayê Agiriyê dijîn û koka wan li ber qelandinê ne dest pê kir. Gumgumok li kêm ciyan tên dîtin ( Hüseyin Yıldız - Anadolu Agency )
Gumgumok di dema hêkan da hêkên xwe datînin nav qûma li herêmê. Çêjikên gumgumokan ji hêkan derketin û nika li bintara Çiyayê Agiriyê belav bûn.
Çêjikên gumgumokan ên qasî findiqan li qada çolê ya însan lê najîn û germahiya hewaya wê derdikeve 40 pileyî têkoşîna jiyanê didin.
Mete Turkogluyê Midûrê Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ya Îdirê (DKMP) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gumgumok li kêm ciyan û kêm caran tên dîtin.
Turkoglu got li vê derê gumgumok tên dîtin ev ji bo dewlemendiya jiyana beyanî gelekî girîng e û wiha axivî: "Gumgumok li Agiriyê li herêma herî hişkayî ya Tirkiyeyê dijîn. Keler ji ber ku ji ciyê germ hez dikin li vê derê dijîn. Gumgumok li Tirkiyeyê bi tenê li quntara Çiyayê Agiriyê hene."
- "Em dikarin bêjin gumgumok ji bo Tirkiyeyê cureya endemîk e"
Turkoglu destnîşan kir ku hejmara heywanên beyanî yên li herêmê zêde ye ji bo vê herêm bala lêkolîneran dikişîne û wiha pê da çû:
"Em dikarin bêjin gumgumok ji bo Tirkiyeyê cureya endemîk e. Gumgumok heywanên xwînsar in ji ber vê ji herêmên germ hez dikin û derdikevin ber tavê ku xwe germ bikin. Gumgumokên li vê der 4-5 hêkan datînin. Wekî kosiyan ji ciyên bi qûm hez dikin û hêkên xwe dixin 30 santêm binê qûmê. Çêjik dema ji hêkê derdikevin xwarina xwe bi xwe temîn dikin."