ANKARA
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku êrîşa bombeyî bi sê bombeyan hat kirin û got: "Polêsên me di demê de midaxaleyî bûyerê kir û nehiştin ku zêdetir xisar pêk bê. Polêsên me yên qehreman di bûyerê de canê xwe fida kirin. Herwiha nehiştin ku her du bombeyên din biteqin. Me ji bo derbarê bûyerê de, lêkolînên berfirehtir bên kirin telîmat da."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "(Êrîşa bombeyî ya li Sultanahmetê) Bi taybetî dê di çarçoveya vê êrîşa bombeyî ya li navenda Stenbolê hat kirin de, lêkolînên herî berfireh bên kirin, bê tesbîtkirin ku ev êrîş bi destê kîjan rêxistinê hat lidarxistin û dê li gor rewşê gav bên avêtin."
Davutoglu, piştî Civîna Lijneya Bilind a Zanist û Teknolojîk a li Avahiya Wilayetan hat lidarxistin, pirsên rojnamegeran ên derbarê êrîşa bombeyî ya li Sultanahmetê de persivandin.
Davutoglu got dema em di civînê de bûn ji me re xeber hat û wiha dewam kir: "Mixabin li Sultanahmetê êrîşek bombeyî hat lidarxistin. Li vir birayekî me yê wezîfedarê ewlehiyê cangorî bû. Birayê me Kenan Kûmaş cangorî bû. Xwedê rehma xwe lê bike. Bila serê malbata polêsê me yê qehreman, rêxistina me ya ewlehiyê sax be."
Davutoglu got ku jineke teror vê êrîş li dar xist û ew jin mir û wiha axivî:
"Herwiha du bombeyan jî polêsên me berteref kir. Polêseke me birîndar e. Ewlehiya me, yekemeyên îstîxbaratê ji bo tesbîtkirina kiryarên bûyerê û rêxistinên girêdayî bûyerê xebatên xwe didomînin. Bi taybetî dê di çarçoveya vê êrîşa bombeyî ya li navenda Stenbolê hat kirin de, lêkolînên herî berfireh bên kirin, bê tesbîtkirin ku ev êrîş bi destê kîjan rêxistinê hat lidarxistin û dê li gor rewşê gav bên avêtin."
Davutoglu li ser pirsa gelo nasnameya terorîstê diyar e an na de, got ku xebatên wan ên li ser vê mijarê jî dewam dikin.
-"Êrîş bi 3 bombeyan hat kirin"
Davutoglu li ser pirsa gelo êrîş bi çend bombeyan hat kirin jî wiha got:
"Bi sê bombeyan...Polêsên me di demê de midaxaleyî bûyerê kir û nehiştin ku zêdetir xisar pêk bê. Polêsên me yên qehreman di bûyerê de canê xwe fida kirin. Herwiha nehiştin ku her du bombeyên din biteqin. Me ji bo derbarê bûyerê de, lêkolînên berfirehtir bên kirin telîmat da. Ji xwe em digel Wezîrê Karên Navxweyî di civînê de bûn. Me bûyer kêlî bi kêlî şopand. Heke derbarê bûyerê de em bigihîjin encameke em ê bi kamuyê re parve bikin. Ez dîsa dibêjim Xwedê rehma xwe li polêsê me yê qehreman bike û Xwedê sebrê bide malbata wî."