Abdulselam Durdak
04 Hezîran 2024•Rojanekirin: 05 Hezîran 2024
Platforma e-ticaretê ya navneteweyî WORLDEF ewê li Yenîkapiya Stenbolê mezintirîn çalakiya e-ticaretê ya salê li dar bixe.
Li gorî daxuyaniya WORLDEFê, WORLDEF ISTANBULa ku Ajansa Anadolu (AA) şirîka wê ya ragihandina cîhanî ye, dê 6-8ê Hezîranê li Yenîkapiya Stenbolê li qada çalakiyan were lidarxistin.
Li fuara ku dê mazûvaniya markeyên cîhanî yên e-ticaretê bike, dê navên pispor ên ekosîstema e-ticaretê tê da kom bibin. Çalakî firsendên geşeyê û hevkariyê di warê e-ticaretê da pêşkêşî ji bo markeyên beşdar dike û di heman demê da ewê pisporên e-ticaretê agahî û tecrûbeyên xwe bi ziyaretvanan ra parve bikin.
WORLDEF ISTANBUL ewê ji 40 dewletan pêşwaziya zêdetir ji 20 hezar ziyaretvanî bike. Di 3 sahneyên hevwext da ewê zêdetir ji 200 axêver agahî û tecrûbeyên xwe parve bikin.
Her wiha dê ji ser standên li qada çalakiyê zêdetir ji 450 markeyên parekende, hilberîner, peydakerên wan, derfeta wê yekê bi dest bixin ku berhem û xizmetên xwe yên di warê e-ticaretê da nîşan bidin.
Li tenişt zêdetirî 1500 firoşyarên ku firotinê li bazarên cîhanî dikin, dê peydakerên servîsê, veberhênerên e-ticaretê û pêşengkar jî dê beşdarî fuarê bibin.