04 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2016
ŞANLIURFA
Koçerên ku her demsalê li herêmên cuda derbas dikin û bi pêvajoya çareseriyê va jî rihet diçûn zozanan û dihatin, aniha di fikarê da ne ku heger êrîşên terorê dewam bikin dê havînê nikaribin biçin rojhilatê Anadoluyê.
Koçer hersal ji bo çêrandina heywanên xwe di navbera herêma rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê da diçin û tên û aniha jî ji ber bûyerên terorê hin tengasî derdikevin ber wan.
Malbatên koçer bi Pêvajoya Çareseriyê va hinekî gihîştin aramiyê, lê heger bûyerên terorê dewam bikin, ditirsin ku havînê nikaribin biçin herêma rojhilatê Anadoluyê.
Serokê Komeleya Koçerên Qerecdaxê Hamza Agan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da da bibîrxistin ku li herêmê gelek malbat debara xwe bi koçertiyê dikin.
Agan destnîşan kir ku bi salan e ku koçer di çûn û hatina zozanan da bi hin pirsgirêkan va rûbirî dimînin û wiha pê da çû, "Di serdema Pêvajoya Çareseriyê ya ku hikûmetê dabû destpêkirin da ev pirsgirêk ji holê rabibûn. Lêbelê bi destpêkirina bûyerên terorê va koçer dîsa ditirsin ku biçin zozanan."
"Em li bendê ne ku rêxistina terorê ji nava sînorên me derkevin"
Agan bal kişand ku ew rêyeke pir dûr dimeşin û wiha xeberda:
"Em hem li zozanan û hem jî di rê da zehmetiyan dikişînin. Em li bendê ne ku rêxistina terorê ji nava sînorên me derkevin. Hikûmeta me ji bo aşitiya mayînde gav avêtin. Heger ev pirsgirêk çareser bibe, her tişt jî dê baş bimeşe, ne bi tenê koçer, her kesê rihetî jiyana xwe dewam bike. Di Pêvajoya Çareseriyê da em bi xwe va hatin. Bi lêdan û kuştinê tukes nagihê cihekî. Mafê tu kesî tuneye ku ji bo berjewendiyên xwe vî welatî, vî wetanî perçe bike. Koçer îsal ji ber bûyerên terorê gelekî tirsiyan, heger ev bûyer neqedin dibe ku gelek malbat ji ber tirsê koç neke."
Ji koçeran Mahmut Bagatîmur jî got ku ji bo çêrandina pez ew zivistan û payîzê diçin Şanliurfayê û havînan jî diçin Bîngolê.
Bagatîmur destnîşan kir ku ji ber bûyerên terorê wan ev havîn bi zehmetî derbas kir û wiha got, "Me di Pêvajoya Çareseriyê da hizûr dîtibû, lê bi destpêkirina pevçûnan va em dîsa li ber xwe ketin. Ji niha va em difikirin ka emê havînê çawa koç bikin."