Emre Ilıkan,İbrahim Yaldız
02 Adar 2023•Rojanekirin: 03 Adar 2023
Li bajarê Adiyemana di erdhejên Meraşê da zirar û ziyaneke mezin gihîştê jiyana rojane hêdî hêdî dest pê dike.
Li Bazarcix û Elbistana navçeyên Meraşê 6ê Sibatê bi mezinahiya 7,7 û 7,6an erdhej çêbûn. Piştî erdhejan li 11 bajarî zirar pêk hatin û ji wan yek jî Adiyeman bû.
Li bajêr ji aliyekî va rakirin û paqijkirina kavilên avahiyan dewam dike û ji aliyekî va jî esnafên li bajêr dikanên xwe vedikin.
Bi taybetî dikanên di bin avahiyên zirar nedîtine da tên vekirin. Esnafên dest bi kar dikin ji aliyekî va hundirê dikanên xwe berhev dikin û ji aliyekî va jî xizmetê didin gelê bajêr.
- "Em hêdî hêdî birînên xwe dipêçin"
Furkan Ertaşê 28 salî ku li navenda bajêr esnaf e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Em di xewê da bûn erdhej çêbû. Mala me zirar dît û ez nikarim qala dema erdhejê bikim. Em hêdî hêdî bi ser xwe va tên û birînên xwe dipêçin. Bila di serê mal da be. Min malbata xwe li Kehtayê bi cî kir. Min ji bo kesên hewcedariya wan bi têlefonê heye dikana xwe vekir. Em li vê derê mezin bûne û em bajarê xwe terk nakin."
- "Em hêdî hêdî bi ser xwe va tên"
Xwediyê markêtê Aydin Dogan jî diyar kir ku avahiya wan a çar qatî di erdhejê da zirar dît û wiha domand: "Çawa erdhej sekinî min malbata xwe derxist derva. 8 eqrebayên me di bin kavilan da man û wefat kirin. Min malbata xwe li Bidlisê bi cî kir û ez vegeriyam vê derê. Min markêt vekir û em hêdî hêdî bi ser xwe va tên. Ji bo bajarê me jî zû bi ser xwe va bê em dixebitin. Dema dikan vebibin welatî jî wê hewcedariyên xwe bi hêsanî temîn bikin. Xwedê bobelatên wiha careke din nîşanî me nede."
- "Em ê bi hev ra bajarê xwe rakin ser pê"
Ji esnafan Murat Aydin jî got ku cara ewil e tiştekî wiha tê serê wan û wiha pê da çû: "Avahiya me saxlem e. Me dikana xwe vekir û em dixwazin miletê me li vê derê bimîne. Ev der warê me ye. Em ji warê xwe naçin û em li bendê ne ku bila miletê me jî demildest vegere ser mal û milkên xwe. Em ê bi hev ra bajarê xwe rakin ser pê."