ANKARA
Encamên ezmûna KPSSya 2015an a Grûba Ayê û Beşa Mamostetiyê eşkere bûn.
Li gor daxuyaniya OSYMê ezmûna KPSSya 2015an a Grûba Ayê û Beşa Mamostetiyê hatin nirxandin û encamên wan eşkere bûn. Ezmûna Grûba Ayê û Mamostetiyê di 4 û 5ê tîrmehê da, ezmûna Beşa Mamostetiyê jî di 12 tîrmehê da hatibû kirin.
Encam ji saet 18.35an pê va li ser navnîşana OSYMê ya "https://sonuc.osym.gov.tr"ê eşkere bû. Kesên ku dixwazin encama ezmûna xwe hîn bibin dikarin bi nimra nasnameya xwe ya TCê û şîfreya xwe va hîn bibin.