Endamên PKKya rêxistina terorê yên ku li Licê rê birîbûn polêsê bi malbata xwe re ji Erziromê diçû Şanliurfayê revandin.
Li gor agahiyên hat hildan komeke terorîst rêya Diyarbekir-Bîngolê birî û wesaîta polês Sedat Yabalakê ku bi malbata xwe re ji Erziromê dihat û ber bi Rihayê ve diçû dan sekinandin.
Endamên rêxistinê piştî ku ferq kirin şofêrê wesayîtê polês e malbat serbest berdan û Yabalak bi xwe re birin û ji herêmê dûr ketin.
Hêzên ewlehiyê li herêmê dest bi lêgerîn û operasyonê kirin. Li gor agahiyên hatin hildan Sedat Yalabak çend roj berê ji Midûriyeta Ewlehiyê ya Hetayê tayînî Midûriyeta Ewlehiyê ya Rihayê hat kirin.
- Polêsekî din jî hatibû revandin
Endamên rêxistina PKKê 4 roj berê jî li texma Abaliya ser rêya Diyarbekir-Bîngolê rê birîbûn û polês Vedat Kayayê li Midûriyeta Ewlehiyê ya Navçeya Gungurena Stenbolê wezîfedar bû û bi malbata xwe re ji Mêrdînê diçû Mûşê revandibûn.