Zeynep Rakipoğlu
15 Mijdar 2023•Rojanekirin: 17 Mijdar 2023
Emîne Erdogana hevjîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, destnîşan kir ku Xeze îro êdî bajarê zarokên nediyar e û got, "Ez weke dayikekê, weke jinekê, weke mirovekê, ez red dikim ku mîrateke wisa bi qirêj bêyî ku hesabê wê were dîtin, dewrî nifşên siberojê bikim. Ez daxwaz dikim hemî endamên bi dewleta Îsraîlê re têkildar, ji ber hemî sucên şer, li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bên darizandin."
Emîne Erdogan li Ofîsa Xebatê ya Serokomariyê ya li Dolmabexçeyê di "Lûtkeya Yek Dilî Ji bo Filistînê" de ku beşdariya hevjînên serekên dewlet û serokên hikûmetan û nûnerên taybet ên gelek welatan hat lidarxistin, gotarek pêşkêşî mêvanan kir.
Emîne Erdogana hevjîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, destnîşan kir ku Xeze îro êdî bajarê zarokên nediyar e û got, "Ez weke dayikekê, weke jinekê, weke mirovekê, ez red dikim ku mîrateke wisa bi qirêj bêyî ku hesabê wê were dîtin, dewrî nifşên siberojê bikim. Ez daxwaz dikim hemî endamên bi dewleta Îsraîlê re têkildar, ji ber hemî sucên şer, li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bên darizandin."
Emîne Erdogan banga "bibin dengê Xezeyê" li "first lady"an kir û got, "Ez bang li hemî hevjînên serokdewletan dikim ku ji bo kesên ku li Xezeyê tên kuştin, yên ku dema tevkujiyek tê encamdan tê xwestin dengê wan bê birîn, bibin deng. Her yek ji me yeko yeko dengê me bi bihêz e, lê dema em bi hev re bin, dengê me hê bi hêztir e. Ka em peyvên xwe ji bo wan û cîhanê ji bo agirbesteke acil, bikin yek. Werin em vê hevdîtinê ji peyvê derbasî çalakiyê bikin û ji bo aşitiya li Filistînê bikin înîsiyatîfek."