04 Nîsan 2016•Rojanekirin: 04 Nîsan 2016
Serokwezîr Davutoglu:
"(Ziyareta Diyarbekirê) Kes nikare me bitirsîne. Polês û eskerê me ji bo pergala qamûyê, ji bo beqaya vî welatî şev û roj li wê derê canê xwe dane ber çavên xwe. Heke ez rojekê ji bo tirsa can di çûyîna ziyatereke wiha da tereddutê bikim, wê demê ev miqam ji me ra heram dibe. Me anek ev tereddut nekir û em çûn. Em ne ji rêxistina terorê ne jî ji rêxistineke din netirsiyan, natirsin û em ê netirsin."
"Digel van hemû kampanyayan, hewlên xapandinê bizanibin ku Hikûmeteke Komara Tirkiyeyê heye ku xwediyê wê îradeyê ye ku dikare li ser vê axê heya santîmetrekareya dawîn terorê paqij bike. Hêzên me yên Çekdar, Teşkîlata me ya Ewlekariyê hene ku dê vê îradeya paqijkirinê cîbicî bikin. Dema ku min ev biryarên dijwar standin, tişta ku ez pê bawer bûm, miletê me û Hêzên me yên Çekdar, Teşkîlata me ya Ewlekariyê bûn ku li ser sînga gelê me şîn dibin. Em bi we bawer bûn, me ev biryar standin, em bi we bawer in û li ser rêya xwe dimeşin. Emê înşallah rojekê vê têkoşînê bigehînin serfiraziyê."
"Piştî ku li Ceylanpinarê polêsê me hat şehîdkirin, li Adiyamanê leşkerê me hat şehîdkirin, DEAŞê li Sirûcê welatiyên me û leşkerekî me şehîd kir, min telîmateke eşkere da: "Axa her bajarekî Komara Tirkiyê, her navçeyek, her çiyayek, her newalek, her santîmêtreyek ji terorê heta were safîkirin, hûn ê têkoşînê bidin. Tu gavek jî paşve nayê avêtin'. Em ew roj çiqas biryardar bûn, em îro jî ew qas biryardar in. Kes nikare vê biryardariya me biceribîne."
"Hin kes dema ku wezîfeya xwe ya karmendiyê tînin cih, heger bêjin 'Ez dikarim ji derva ji otorîteyeke din jî emir bistînim, hetta bêyî ku ez hesab bidim Wezîrê Karên Navxweyî û Serokwezîr ez dikarim van emran cîbicî bikim' dê xwe li ber derî bibînin. Wî çaxî dê were hesibandin ku îxanetê dewletê, demokrasiyê û karên xwe kirine."
"Tînin kêzika guhdarîkirinê dixin odeya serokwezîrekî ku ji bo berjewendiyên vî welatî diparêze û şev û roj dixebite. Ev serokwezîr bi reya gel hatiye îqtidarê û ku gotin caîz be serokwezîrê welatê ku li dijî heft duvelan şer dike ye... Wê demê ez Wezîrê Karên Derva bûm. Anîn kêzika guhdîkirinê kirin odeya Wezîrê Karên Derva û pê civîneke pir mahrem a Wezîrê Karên Derva, Misteşarê MÎTÊ û Serokê Duyemîn ê Sererkaniyê guhdarî kirin. Ev yek îxanet û cesûstî bixwe ye. Ev îxaneta weten, dewlet, demokrasî û pîşeyê ye."