02 Adar 2016•Rojanekirin: 03 Adar 2016
MUGLA
2 gumanbarên ji Sûriyeyê yên ku ji ber mirina Aylan Kurdî û 4 kesên di kelekê da tên darizandin anîn edliyeyê.
Gumanbar Muwafaka Alabash û Asem Alfrhadê ji Sûriyeyê ku îdiakirin reva penaberan organîze kirine, anîn Edliyeya Bodrumê.
Gumanbar ji ber sûcên "qaçaxcîtiya penaberan" û "berpirsiyarbûna ji mirina kesan" tên darizandin.
-Bûyer
Di 2yê îlona 2015an da keleka ku penaber tê dabûn û dixwestin bi qaçaxî derbasî Yewnanistanê bin li Bodrumê binav bûbû û ji 14 kesên di kelekê da 5 kes xeniqîbûn. Wêneyên cinazeyê Aylan Kurdiyê 2 salî ku li peravên behrê xistibû, li dinyayê bûbû rojev. Ji ber bûyerê Muwafaka Alabash û Asem Alfrhadê ji Sûriyeyê hatin binçavkirin û darizandina wan di 11ê sibatê da dest pê kiribû.