24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Diyarbekir dê beşdarî Fûara Geşt û Tûrîzmê ya Welatên Rojhilatê Behra Spî (EMITT) ya ku fûara tûrîzmê ya pêncemîn a herî mezin a dinyayê ye bibe.
Di daxuyaniya ku ji Walîtiya Diyarbekirê hat dayîn de dan zanîn ku ji bo ku xweşikahiyên bêhamta yên bajêr bêhtir bidin naskirin, mîrateya çandî û dîrokî bi hemû dinyayê re bê parvekirin û potansiyela tûrîzmê ya bajêr bi awayekî herî baş bê nasandin ji bo beşdariya amadehiyên beşdariya EMITTa 21emîn a ku dê li Navenda Kongre û Fûarê ya TUYAPê di navbera 26-29ê kanûna paşîn bê kirin hatin temamkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bo ku Diyarbekir beşdarî EMITTa 2017an bibe û bi awayekî herî baş bê nasandin di hêwana bi nimreya 12an li qadeke 230 metrokareyî dê standa Diyarbekirê bê vekirin. Bi standeke taybet a ku dê li qada fûarê bê çêkirin tê payîn ku bajêr bê nasandin."
Ji bo ku Diyarbekir dê fûarê de baş bê nasandin dê bi kordîneya walîtiyê bi beşdariya endamên Lijneya Rêveberiyê ya Platforma Tûrîzmê ya Diyarbekirê, Şaredariya Mezin a Diyarbekirê, Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê, Zanîngeha Dîcleyê, Midûriya Çand û Tûrîzmê ya Bajêr, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê, Borseya Bazirganiyê ya Diyarbekirê û dezgehên tûrîzmê dê çalakiyên fûarê bên kirin û wiha hat gotin:
"Li qada fûarê dê xwarinên Diyarbekirê yên wekî qedayîfa badayî, penêrê badayî, kadeyên Diyarbekirê, benî îkramê mêvanan bikin. Fîlmên nasandinê û klîbên ku ji aliyê Walîtiya Diyarbekirê ve hatine amadekirin dê bên nîşandan. Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê jî dê govendên herêmê bilîzin."