13 Nîsan 2016•Rojanekirin: 14 Nîsan 2016
TBMM
Parlementerê Diyarbekirê yê HDPê Altan Tan got, "Divê acîlen PKK çekan bêdeng bike. Divê dewlet jî acîlen digel hemî aliyên der barê mijarê da, dest bi muzakereyên demokratîzebûn, berfirehkirina maf û azadiyan û çareserkirina pirsgirêkên bike."
Tan li meclisê di civîna çapemeniyê da behsa 2 kesê ku tevî ku belgeyên têrker nebûn bi îdiaya ku li Malazgirta Mûşê kurekî 15 salî şandine serê çiyê cizayê hebsa muebbet xwarin kir û rexne li vê biryarê girt û îdia kir ku darazîn polîtîze bûye.
Altan Tan der barê parêzbendiyan anî ziman ku dixwaze her parlementerek weke welatiyekî asayî bikaribe bê darazandin û got, "Em dixwazin parêzbendî bi temamî bên hilweşandin. Lê nehiştina HDPê siyasetê normal nake. Fêda vî tiştî wê ji welêt ra nebe. Tiştekî naxe ser çareserkirina pirsa kurdî bilekis wê bibe sedema xirabiyên mezintir. Cenabê Davutoglu dixwaze vî karî dirêj bike, baş jî dike. Lê belê Cenabê Serokomar ji vê rewşê hêrs bûye û xwe ji meclisê aciz dike. Digel wê koma AK Partiyê û serokwezîr dixe tengasiyê da. Tu fêda vî karê serokomar jî ji bo gel tuneye."
Tan herwiha got, "Divê acîlen PKK çekan bêdeng bike. Divê dewlet jî acîlen digel hemî aliyên der barê mijarê da, dest bi muzakereyên demokratîzebûn, berfirehkirina maf û azadiyan û çareserkirina pirsgirêkên bike. Hewqas rageşiya navxweyî û dervayî êdî nayê kişandin. Tirkiye nikare heman demê da him li dijî DYAyê û him li dijî Rûsyayê şer bike. Nikare jî di heman demê da bi hemî cîranê xwe ra, bi Sûriye, Îran, Iraq, Misr û Ermenistanê ra pev biçe."
Altan Tan, behsa mijara îstismara cinsî jî kir û wiha got, "Bawer bikin êdî em nikarin li cem zarokên xwe li televizyonê binêrin. Ev şêwaz ne tu şêwaz e. Serokomarek ji serokê partiya mixalefeta serekî ra dibêje 'jirêderketî' û ew jî ji serokomar ra dibêje 'jirêderketiyê siyasî jî tu yî, jirêderketiyê cinsî jî tu yî..' Şêwaza wan bi temamî şaş e."